“Şandeyeke Herêma Kurdistanê serdana Rûsyayê dike”

Serkirdeyekî YNKê dibêje ku divê Herêma Kurdistanê hevahengiyê ligel Rûsyayê bike.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) aşkere dike ku, eger heye şandeyeke Herêma Kurdistanê serdana Rûsyayê bike.

Endamê Serkirdayetiya YNK, Arêz Ebdulla ji K24 re got ku “çaverê ye şandeyeke Herêma Kurdistanê serdana Rûsyayê bike, ji bo li stratejiya Moskoyê ya şerê li dijî DAIŞê têbigihe.”

Arzê Abdulla amaje kir jî ku, ew kêfxweş in ku Rûsya beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûye û wiha pêde çû “heta niha me tiştek ji Rûsyayê li ser erdê nedîtiye.”

Wî serkirdeyê YNK got jî ku, niha Herêma Kurdistanê xwe li bereya Amerîka girtiye “lewma em bibaş dizanin ku hemahengî ligel Rûsyayê bê kirin.”