Artêşa Azad a Sûriyê red dike ku Rûsya alîkarî wan kiribe

Berî niha Artêşa Rûsyayê aşkere kirbû ku, wan çek û pere ji Artêşa Azad şandine, rojane jî ji esmanan ve piştgiriya şervanan Artêşa Azad dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Azad ya opozîsyona Sûriyê li rojavayê wî welatî red dike ku wan ti alîkarî ji hêzên Rûsyayê yên esmanî wergirtibe.

Berî niha Artêşa Rûsyayê aşkere kirbû ku, wan çek û pere ji Artêşa Azad a Sûriyê re şandine, rojane jî ji esmanan ve piştgiriya şervanan Artêşa Azad  dikin.

Ji aliyê xwe ve Ajansa Reutersê belav kiriye ku, Serokerkanê Rûsyayê, Valery Gerasimov, ragihandiye ku ew rojane di navbera 30-40 operasyonên esmanî wek piştgiriyekê ji pêşdeçûna şervanên Artêşa Azad re encamd didin.

Valery Gerasimov aşkere kirbû jî ku, hejmara şervanên grûpên Artêşa Azad a Sûriyê li Himis, Heleb, Hema û Reqayê bêhtir ji 5 hezar kes e.

Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi operasyonên esmanî li Sûriyê kiriye, Artêşa Azad jî berdewam radighîne ku, firokeyên Rûsî pêgehên wan bombebaran dikin.