Zêbarî behsa proseya yekgirtina hêzên Pêşmerge dike
K24- Hewlêr
Berpirsekî Herêma Kurdistanê ragihand ku, proseye yekgirtina Hêzên Pêşmerge berdewam e “lê hêdî hêdî birêve diçe.”
Serokê Komîteya Bersivdana Raporên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistranê, Dîndar Zêbarî ji K24 got: “Proseya yekgirtina Hêzên Pêşmerge berdewam e, lê ji ber krîza darayî prose hêdî hêdî birêve diçe.”
Zêbarî tekez kir jî ku “ligel derbasbûna demê, dê hemû hêzên Pêşmerge hev bigrin.”