Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê gehişte Tirkiyê
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Ashton Carter bi mebesta geşepêdana hevahengiya li gel Tirkiyê û dîtina alavên nû ji Hevpeymaniya Navdewletî re di şerê li dijî DAIŞê de, gehişt Enqerê.
Îro Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Ashton Carter, bi armanca geşepêdana pêwendiyên hevpeymaniya Navdewletî, û dîtna alavên nû bo şerê li dijî DAIŞê, gehişte Tikriyê.
tê pêşbînî kirin ku Werzîrê Bergirî yê Amerîkayê daxwaza tevlîbûna Tirkiyê di opoerasyonên li dijî DAIŞê de bike.
Derbarê serdana xwe bo Tirkiy,ê Carter da zanîn, ku welatê wî bi hêvî ye Tirkiyê çavdêriya sînorên xwe li gel Sûriyê zêdetir bike, ew yek jî çûna çekdarên biyanî li nav rêzên DAIŞê li sûriyê kêmtir dike.