Mislim: Girtina Mûsilê xewna Tirkiyeyê bû

Hevserokê PYD diyar dike ku, berdêla stratejiya şaş a Tirkiyê çemek ji xwînê ye.

K24- Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYD diyar dike ku, girtina Mûsilê xeweneke Tirkiyeyê ye, lê berdêla girtina Mûislê “çemek ji xîwnê ye.”

Hevserokê PYD Salih Mislim di daxuyaniyekê de ligel rojanemya “Yeni Ozgur Politikaye” got ku, Tirkiye bi şandina hêza xwe bo Mûsilê stratejiyek şaş birêve dibe.

Mislim tekez dike jî ku “Dê Tirkiyê wi wê stratejiyê de winda bibe, ji ber ku xewna avakirina dewleta Osmanî bi girtina Mûsil û çend navçeyên din pêk nayê, dê berdêla vê yek çemek ji xwînê be.”

Derbarê Kerkûkê de, Hevserokê PYD got: “Eger me got Kerkûk bajarekî Turkmenî ye, Turkmen li ku bûn dema DAIŞ derbasî Kerkûkê bû? Diviya bû ew ber bi Mûsilê ve koç kiriba, lê wan berê xwe da Kerbelayê, ji bo ku Şîe ne.”