Nûnerên kompaniyeyên mezin ên Amerîka li Hewlêrê ne

Dê di warê veberhênana aborî de hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

K24- Hewlêr

Nûnerên 25 kompaniyeyên herî mezin li Amerîka li Hewlêrê ne, armanca wan jî veberhênana aborî ye.

Şandeya bazirganî ya Amerîkî dê hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê veberhênana aborî ve bike.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdisatnê li Ameîrka, Beyan Samî Ebdulrehman ji K24 diyar kir ku, hatina vê şandeya bazirganî di vê demê de piştgiriyeke madî û meinewey ya Amerîkaya bo Herêma Kurdistanê.