KCK: Divê PDKê rê nede Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê dagîr bike

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigehîne ku, ew ti hêzên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Helwesta xwe li hember dagîrkirina Tirkiyê eşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigehîne ku, ew ti hêzên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Herwiha helwesta xwe li hember dagîrkirina Tirkiyê jî eşkere dike.

Serokatiya Desteya Cibicîkar ya KCKê îro di daxuyaniyekê de ragehand ku, Tirkiyê hemû hêza xwe bo li dijî demokratiyê li navxwe û derve bikar tîne. Herwiha Tirkiyê guvaşê li têkoşîna demokratiya azad ya gelê Kurd dike, wek ku çawa rûbirûyî demokratiya li li Sûriyê dike, wisa li Başûrê Kurdistanê jî dike.

KCKê got jî, “Têkçûna DAIŞê tê wateya ku rê li pêş demokratiyê ne tenê li Sûriyê û Iraqê, lê hemû Rojhilata Navîn jî vedike, lê Tirkiyê rêya li pêş têkçûna DAIŞê digire.”

KCKê amaje kir, Tirkiyê armancên xwe di bin navê perwerdekirina hêzên Iraqê vedişêre û leşkerên xwe dişîne Iraqê. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî pişikdariya Tirkiyê di veşartina wan armancan dike. 

KCKê eşkere dike ku, du armanc Tirkiyê bo şandina wê hêza xwe heye, yek mayîna Mûsilê û navçeyên derdora wê di bin kontrola hêzeke din berdêl ji DAIŞê re û têkbirina ancamên têkçûna DAIŞê ye. Aramanca duyemîn jî, lêdana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Iraq û Başûrê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniya KCKê de hat ku, “Em ti carî hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Başûrê qebûl nakin. Herwiha  Helwesta xwe li aliyê gelê xwe tekez dikin bo rûbirûbûna ji dagîrkirina Tirkiyê re.”

KCKê ji PDKê xwast ku, hebûna leşkerên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê qebûl nekin. Herwiha li pêş armancên Tirkiyê rawestin û rê nedin Tirkiyê ku Başûrê Kurdistanê bo armancên xwe bikar bîne.

KCKê daxwaz ji hemû aliyên siyasî û hêzên demokratîk li Rojhilata Navîn dike ku, helwesteke xebatê li dijî kiryarên Tirkiyê li Bakur û Başûrê Kurdisatnê bigirin.