PDK: "KCKe bûye egera wêranbûna 500 gundan"

KCKê duh daxuyaniyek belav kiribû û ji PDKê xwast ku, hebûna leşkerên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê qebûl nekin. Herwiha li pêş armancên Tirkiyê rawestin û rê nedin Tirkiyê ku Başûrê Kurdistanê bo armancên xwe bikar bîne

 

K24-Hewlêr

Piştî ku Koma Civakên Kurdistanê(KCK) di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, ew ti Hêzên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin, Partiya Demokratiya Kurdistanê(PDK)ê di daxuyaniyekê de bi tundî rexne li KCK kir û bersiva wê da.

Di daxuyaniya PDKê de hat, "Leşkerên tirk eger hatibin sînorê herêmê û cihên din, ji ber we û siyasetên we yên şaş bûye." PDKê bi tundî rexne li KCKê girt û got: "Jibilî derxistina arîşe û pirsgirêkan we ji gelê kurd re çi kiriye?"

Di daxuyaniyekê de Partiya Demoratiya Kurdistanê(PDK)ê li ser Malpera xwe ya fermî belav kiriye, tê de bi tundî rexne li KCKê kiriye û dibêje: KCKê nizane çi dixwaze û kesek jî nizane ew çi dixwaze, çima KCKê naçe pirsgirêkên xwe li Tirkiyê çareser nake, Heger hûn nikarin li hember Tirkiyê rawestin, çima tên pirgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çêdikin?.

Derbarê hatina Tirkan bo Herêma Kurdistanê PDKê wiha bersiva vê mijarê da KCKê:"Ku tirk hatin sînorên herêmê û deverên din, ji ber we û siyaysetên we yên şaş in. PDK êdî çi ji we re bike? Ji ber gelek mijar û sedeman Partiya Demokrata Kurdistanê heta ew zilm zordariyên we jî ji çavên gel veşartine, ku we di derheqê  miletê Kurdistanê û axa Kurdistanê de kirine."

KCKê duh daxuyaniyek belav kiribû û ji PDKê xwast ku, hebûna leşkerên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê qebûl nekin. Herwiha li pêş armancên Tirkiyê rawestin û rê nedin Tirkiyê ku Başûrê Kurdistanê bo armancên xwe bikar bîne.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: "Jibo ku gelê Kurdistanê zanibin we çi bi serê Herêma Kurdistanê aniye û agahdarê beşekî biçûk ji zilm û zordariya we bin, em navê 500 ji wan gund û deverên ku hûne bûne egera wêranbûna wan gundan  û sedema ku welatiyên wê deverê koçber bibin hûn rê jî nadin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku xizmetguzariyan bighînin wan gundan, karê we bûye têkdana jiyana Kurdan û bi sedema we heta niha hejmareke mezin ji gundên Bakurê Kurdistanê jî bê jiyan mane, jiber siyaseta we ya şaş jî aramî û jiyana xelkê vê deverê têkçûye û penaber bûne, êdî bila bê naskirin bê we yan PDKê jiyana xelkê Kurdistanê xistiye metirsiyê.”