Serhed Qadir: "DAIŞê 5 welatî li Hiwêce sêdar kirin"

Qadir got jî, DAIŞê bi şewitandina welatiyan bo wê yekê kirye,daku ew welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve newin naskirin.

K24 – Kerkûk

Rêveberê polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê radigehand, çekdarê DAIŞê li navçeya Ebasiyê ser bi  Hiwêce ve, 5 welatiyên sivîl sêdar kirin.

Rêveberê polîsên bajar û bajarokên Kerkûkê, Emîd Serhed Qadir ji K24ê re, ragehand ku, “Şeva borî li navçeya Ebasiyê ya ser bi bajarokê Hiwêcayê ve, li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê 5 welatiyên sivîl sêdar kirin, piştre jî termên wan şewitandin”

Qadir got jî, DAIŞê bi şewitandina welatiyan bo wê yekê kiriye, daku ew welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve neyin naskirin.

Qadir eşkere kir jî ku navên wan welatiyan (Omer Salim Hisên, Ehmed Teyib Ehmed, Mistefa Xelef Saîr, Ebdilrehman Îram, Îmad Terfe Hisên) in.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku, Şeva borî firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî navçeya Hiwêce û derdora wê bombebaran kirin, di encam de 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.