Rûsyayê li Sûriyê hezar û 300 sivîl kuştine

Sererkanê Artêşa Azad a Sûriyê li Dîlokê di konfiranseke rojnamevaniyê de ragehand ku, Rûsyayê di nava 76 rojan de hezar û 300 sivîl kuştine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkanê Artêşa Azad a Sûriyê li Dîlokê ragehand ku, Rûsyayê di nava 76 rojan de hezar û 300 sivîl kuştine.

Sererkanê Artêşa Azad Ehmed Xelîd Berî ku li Sûriyeyê hemberî hikûmeta Beşar Esad şer dike, tevî hikûmeta demi ya Sûriyeyê li Dîlokê civîneke çapemenî li dar xist.

Berî got, Rûsyayê heta niha 1300 ji opozîsyona lîbral û sivîl kuştine û li Efrînê jî bi 2 helîkopteran alîkariya serbazî li PYD'ê kiriye.

Berî da xuyakirin ku, armanca Rûsyayê tenê alîkariya rejîma Esed e û di operasyonên xwe yên 76 rojan de tenê 5 ji sedî li dijî DAIŞ'ê êrîş kiriye.

Berî got jî, li Şamê, Îdlîb, Dara û Hemayê tenê baregehên Artêşa Azad û sivîl bûne armanca êrîşan.