Îtalyayê 450 leşkeran dişîne Iraqê

Îtalya radigehîne ku, dê 450 leşkerî bişîne Iraqê bo parastina li bendava Mûsilê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îtalya radigehîne ku, dê 450 leşkerî bişîne Iraqê bo parastina li bendava Mûsilê.

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Rênzî duh ragehand ku, fabrîkayeke Îtalî dê karên çakirinê di bendava Mûsilê de bike, herwiha  dê bilez jî 450 leşkerî Îtalî bişîne Iraqê, bo parastina bendava Mûsilê.

Rênzî diyar kiri ku, bendava Mûsilê dikeve nava herêmeke “Metirsîdar” di sînorê DAIŞê de, herwiha gelek ziyan gihêştiye wê bendavê û metirsî heye jî ku hilweşe.

Di 7 Hizêrana 2014an de Mûsil kete bin kontrola DAIŞê û gihêşte heya bendava Mûsilê, lê di Tebaxa 2014an de, hêza Pêşmerge bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bendava Mûsilê ji destê DAIŞê kontrol kirin.

Hat ragehandin ku ew 450 leşker dê tevlî 750 leşkerên din yên Îtalî ku berê liIraqê ne bibin, dê erka wan jî ew be ku nehêlin careke din bendava Mûsilê di bin kontrola DAIŞê keve.

tê zanîn ku fabrîkeya “Trevi” ya Îtalî bi girêbesteke bi 2 milyar dolar karê çakirina bendava Mûsilê îmze kirine.