Dîmenên nû yên serkeftina Pêşmergeyan di şerê DAIŞê de

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di hundirê du rojan de karîn çendîn êrîşên DAIŞê vala derxînin û derbeyên giran li çekdarên wê grûbê bidin.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di hundirê du rojan de karîn çendîn êrîşên DAIŞê vala derxînin û derbeyên giran li çekdarên wê grûbê bidin.

Kurdistan24, dîmenên herî nû yên serkeftina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de li navçeya Naweran ku dikeve bakurê bajarê Mûsilê belav dike.

Pêşmergeyên Kurdistanê di wan şeran de zerareke mezin gehandin çekdarên DAIŞê û li gor agahiyên ku ji Hêzên Pêşmerge hatine wergirtin, li wan eniyên şer bi dehan çekdarên DAIŞê bicîh mane.