Li dijî terorê tifaqa welatên misilman

Koalîsyana nû ku ji 34 welatên Sunnî pêk tê, navenda wê dê Riyad be û derbarê saloxgerî, perwerdehî û koordînasyonê de wê bixebite.

K24 - Stenbol

Bi pêşengiya Erebîstana Siudiyê Tirkiye jî tê de 34 welatan bi navê "li dijî terorê tifaqa misilman" komek damezrandin. Armanc ew e ku welatên di vê komê de cih digirin li hember rêxistinên terorê têbikoşin.

Koalîsyana nû ku ji 34 welatên Sunnî pêk tê, navenda wê dê Riyad be û derbarê saloxgerî, perwerdehî û koordînasyonê de wê bixebite. Yekem xebatên xwe jî dê li Iraq, Sûriye, Lîbya Misir û Afganîstanê bike. Li gor rayedarên Erebîstana Siûdîyê welatên di tifaqê de cih digirin dê li dijî rêxistinên terorê şer bikin.

Rojnamevan Oral Çalışlar li ser tifaqa nû diyar kir ku cara yekem ewqas welatên Sunnî misilman tên cem hev û komeke wiha ava dikin: "Welatên Ewropayê ji ber rêxistinên wek DAIŞê ku misilmantî şaş nîşanî mirovan dikin derheqê misilmanan de neyinî difikirin. Bi ya min tifaqa 34 welatan girîng e. Çimkî hem li dijî DAIŞê dê şer bikin hem jî pêşdarazên welatiyên Ewropayê bo misilmanan dê biguhere."

Di nav tifaqa Sunnî de welatên Îran, Iraq û Sûriyê cih nagirin. Nebûna van welatên ku Şiî ne gelo dibe sedema şerekî mezhebî? Ji bo vê pirsê akademîsyen û nivîskar Mehmet Altan got ku Avakirina vî tiştî bes propaganda ye û wiha pêde çû: "Welatên Rojhilata Navîn arîşeyên xwe yên navxweyî bi rêya hiqûq û demokrasiyê nikarin çareser bikin loma di bin mezhebek yan jî di bin nîjadekî de komên wiha ava dike. Ev yek jî dibe sedema şer."

Cihgirtina Tirkiyê ya di tifaqê de ji aliyê hinek pirsporê Rojhilata Navîn ve wiha tên nirxandin. Dibe ku ev koalîsyon bibe sedema şerên mezhebî û ev yek bo Tirkiyê dê nebaş be. Weke din jî ji bo şerê li dijî DAIŞê  pêwîstiya Tirkiyê bi tîfaqeke wiha heye.