Asayîşa Efrînê hemû endamên Komeleya Buhar berdan

9ê Kanûna îsal 20 Endamên Komeleya Bûhar ya Xêrxwazî ji aliyê Asayîşa Efrînê ve hatibûn girtin.

K24 - Efrîn

Asayîşa Efrînên şevê din endamên Komeleya Buhar ya xêrxwazî ku berî niha girtibûn azad kirin.

Di daxwiyaniyekê de ku Komeleya Buhar ya Xêrxwazî li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, wiha tê gotin: "Em berdana Endamên Komeleya xwe wek pêngaveke erênî ji aliyê Asayîşa Efrînê ve dibînin, ji ber ku welatê me di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, lewma pêwîst e têgihiştinek ji aliyê hemû aliyan ve derbarê karê xêrxwazî de hebe."

Herwiha hat ragehandin ku karê Komeleya Buhar bi piştgiriya mezintirîn rêxistinên navdewletî, bi armanca alîkariya welatiyên sivîl û hejar, tê kirin. 9ê Kanûna îsal 20 Endamên Komeleya Buhar ya Xêrxwazî ji aliyê Asayîşa Efrînê ve hatibûn girtin.