Putin: Em piştgiriya opozîsyona Sûriyê dikin

Serokê Rûsyayê radigehîne ku êrîşên esmanî yên Rûsî li Sûriyê, netenê piştevaniya rêjîmê ye, lê piştevanî ji opozîsyonê re jî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê radigehîne ku êrîşên esmanî yên Rûsî li Sûriyê, netenê piştevaniya rêjîmê ye, lê piştevanî ji opozîsyonê re jî.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, êrîşên firokeyên Rûsî li Sûriyê li dijî DAIŞê, netenê pitevanî ji rêjîma Sûriyê re ye, lê piştevanî ji opozîsyona ku ew jî şerê DAIŞê dike re ye jî.

Putin eşkere kir ku, ew pêşniyara Serokê Firansayê Françios Holand e, bo yekirina kedên rêjîm û beşek ji opozîsyonê, bo jinavbirina DAIŞê.

Putin tekez kirk u, ew piştgîriya proseya Amerîkayê di Encûmena Asayişa Navdewletî de dikin, bo hişkirina çavkaniyên abûrî yên DAIŞê. Ku biryar e îşev dengdan li ser wê proseyê were kirin.

Putin diyar kir jî, ku serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bo Moskoyê bi taybet di derbarê vê proseyê de bû.

Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi operasyonên esmanî li Sûriyê kiriye, Artêşa Azad jî berdewam radighîne ku, firokeyên Rûsî pêgehên wan bombebaran dikin.