Rûsya: Kurd roleke mezin di şerê li dijî terorê de dilîzin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje pêwîste Kurdên Rojava di hemû danûstandinên derbarê Sûriyê de beşdar bin.

K24- Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûayayê ragihand ku, Kurd li Sûriyê û Iraqê roleke mezin di şerê li dijî terorê dilîzin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov ji ajansa Novosi re diyar kir ku, divê hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê neyê dûrxistin.

Alsksey tekez kir jî ku, divê hêzên Kurdî di hemû hevîdtinên derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de beşdar bin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî: “Hêzên Kurd hem li Iraq û hem jî li Sûriyeyê li hemberî terorîzmê kedeke mezin dikin û roleke mezin dilîzin.”

Derbarê xistina firokeya Rûsî jî, navborî diyar kir ku, Tirkiye li şûna ku li berpirsyariya xwe mikur were, çalakiyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê reş dike, beriya her tiştî divê lêborînê bixwaze û ji bo dubare nebûna bûyereke wiha divê garantiyê bide.