Ciwanên çar aliyên Kurdistanê “Roja Alaya Kurdî” pîroz dikin

Rêxistinên law û ciwanên çar aliyên Kurdistanê bi helkefta Roja Alaya Kurdî bang li hemû miletê Kurd kirin û yekrêziyê biparêzin û kar ji bo avakirina bingehên dewleta serbixwe bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistinên law û ciwanên çar aliyên Kurdistanê bi helkefta Roja Alaya Kurdî bang li hemû miletê Kurd kirin û yekrêziyê biparêzin û kar ji bo avakirina bingehên dewleta serbixwe bikin.
Yekîtiya Lawên Demokrata kurdistanê –Başûr, Tevgera Ciwanên Kurdistanê – Bakur, Grûpa Karê Lawan û Qutabiyan a Partî Azadî Kurdistanî –Rojhilat û Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrata Kurdistanê – Rojava, bi helkefta Roja Alaya Kurdî bi daxuyaniyekê ev roj li hemû gelê Kurd pîroz kirin û soz dan ku ew “di bin sîêbera Alaya Kurdistanê de xak û ala xwe biparêzin.”

Ciwanên her çar ąliyên Kurdistanê di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku, “Em di vê roja pîroz de bi navê ciwanên herçar parçên Kurdistanê bangewaziyê li hemû miletê Kurd dikin ku aramanca xwe ya sereke bike yekrêziya helwesta Kurdî û parastina projeya netewî ya Kurdî, da ku em bi hev re bingeha Dewleta Kurdî avabikin.”

Di daxuyaniyê de hat ku “Di roja 17 /12 an de, her sal miletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê Roja Alaya Kurdî bibîr tînin, ew alaya ku bi melyonan miletê me xwe kirine qorbanî da ku bimîne berz û bilind.”

Daxuyaniyê amaje bi qehremaniya hêza Pêşmerge li dijî şerê DAIŞê kir û got: “Îro di bin sêbera Alaya Kurdistanê de Pêşmergeyên Kuridstanê yên qehreman şerê mezintrîn rêxistina tîrorstî li cîhanê (DAIŞ) dikin û bervaniyê di ber ala û xaka xwa ya pîroz de dikin.”