Asayişa Girkê Legê rê neda Alaya Kurdistanê bê bilindkirin

Di merasîma Roja Alaya Kurdistanê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li beramber nivîsîngeha xwe ya Girgê Legê çalakiyek lidar xist, ku biryar bû alayeke ji 200 metrî bihata bilindkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan 

Di merasîma Roja Alaya Kurdistanê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li beramber nivîsîngeha xwe ya Girgê Legê çalakiyek lidar xist, ku biryar bû alayeke ji 200 metrî bihata bilindkirin.

Berpirsê Ragihandinê di nivîsîngeha Girkê Legê ya ENKSê de, Luqman Şeref ji K24ê re axivî û got: “Dema bilindkirina Alaya Kurdistanê hêzên asayişê bi sê otombêlên agirvemirandinê derbasî nava xelkê bûn û bi avê li xelkî hat reşandin û nehêştin ala Kurdî bilind bibe.

Şeref amaje kir ku, ji ber bedana avê çend kes birîndar bûn, lê birînên wan sivik in.

Li gor peyamnêrê K24ê, biryar bû îro li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê bihata pîroz kirin.

Di sala 1999an de hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 17ê meha Kanûnê, yasayek derxist û ev ala wek alaya fermî ya Herêma Kurdistanê pejirand.

Sala 2009ê jî Parlamentoya Kurdistanê bi yasayekê roja 17ê meha 12an wek Roja Alaya Kurdistanê destnîşan kir.