Pirsa Kurd bû mijara propagandeya hilbijartina Amerîkayê
K24 – Hewlêr
Yekem car berbijarên partiyên komarî yên Amerîkayê di bernameyekî zindî de rûbirûyê hev bûn û pirsa Kurdî jî yek ji mijarên nîqaşa wan bû.
Jeb Bush ku yek ji berbijêran e û kurê biçûk ê malbata Bush e, êrîşeke dijwar bire ser Donald Trumpê hevrikê xwe û bi anîna Kurdan wek mînak bersiva daxwiyaniya hefteya borî ya Trump a derheqê qedexekirina hatina Misilmanan bo nav Amerîkayê da.
Jeb Bush got: "Ew pêşniyara te, ne pêşniyareke cidî ye û cîhana Erebî zêdetir ji me dûr dixe, di demekê de ku dive em zêdetir nêzîkî wan bibin. Kurd, ku hevpeymanê me yên herî bihêz in; ew jî Misilman in."
Ne tenê Jeb Bush daxwaza hevkarîkirina Kurdan kire xaleke serekî ya axaftinên xwe, berbijareke din Carly Fiorina jî Koşka Spî bi wê yekê tohmetbar kirk u di demên borî de guhê xwe nedaye daxwazên Kurdan û got: "Sê sal e Kurd daxwazê ji îdareya Obama dikin daku çekan bide wan, lê em heta niha jî çekan nadin wan."