Civata Ewlekariyê li ser daxwaza Iraqê dicive

Biryar e îro Civata Ewlekariyê ya Navdewletî li ser doza Iraqê ya derbarê hatina leşkerên Tirkiyê de bo Mûsilê bicive.

K24 – New York

Biryar e îro Civata Ewlekariyê ya Navdewletî li ser doza Iraqê ya derbarê hatina leşkerên Tirkiyê de bo Mûsilê bicive.

Di destpêka vê mehê de Tirkiyê nêzîka 150 leşker li bajarokê Başîqe ya ser bi Mûsilê bicîh kirin û Iraq jî dixwaze paşde vekişin.

Tirkiyê destpêka hefteya borî hejmarek ji wê hêzê paşde vekişand, lê Iraq daxwaz dike ku hemû hêzên Tirkiyê vekişin.

Di 11ê Qanûna Pêşîn a 2015ê de Iraqê li Civata Ewlekariyê ya Nevdewletî bi rêya Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî doz li ser Tirkiyê vekir.

Caferî, daxwaz kiriye ku Civata Ewlekariyê ya Nevdewletî derbarê vekişîna hêzên Tirkiyê de ji Îraqê biryareke yekalîker bide.