Hêzên Pêşmerge êrîşeke din a DAIŞê vala derxistin

Vê sibê çekdarên DAIŞê ji du aliyên eniya Gîwêr û Mexmûrê êrîşî çeperên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirin, lê Pêşmergeyan bersiveke dijwar dan û 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Hewlêr

Vê sibê çekdarên DAIŞê ji du aliyên eniya Gîwêr û Mexmûrê êrîşî çeperên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirin, lê Pêşmergeyan bersiveke dijwar dan û 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Derbarê êrîşên îro de Fermandeyê Eniya Mexmûr-Giwêr Sîrwan Barzanî agahî dan K24ê û got: "Hemû êrîşên çekdarên DAIŞê hatin têkbirin û nikarîn bi tu awayekî pêş bikevin. Herwiha bi dehan term jî li pey xwe hiştin."

Barzanî da zanîn ku çekdarên DAIŞê sûd ji rewşa hewayê û mija li navçeyê wergirtine û êrîşî çeperên Pêşmergeyan kirine û wiha axif: "Sipas ji Xwedê re, Pêşmergeyan karîn hemû êrîşên DAIŞê vala derxînin. Herwiha termê 17 çekdarên DAIŞê ketine destê Pêşmergeyan û zêdeyî 50 çekdar jî hatine kuştin."

Sîrwan Barzanî diyar kirk u çekdarên DAIŞê nêzîkî çeperên Pêşmergeyan bûne, lê ji ber jîrî û qehremaniya Pêşmergeyan neçar bûne birevin û li termên xwe jî xwedî dernekevin. Derheqa piştîvaniya firokeyên hevpeymaniya dijî DAIŞê de jî, Barzanî got: "Piştî 40 deqîqeyan şer û pevçûnan, firokeyên şer gehiştin esmanê navçeyê û piştgiriya Hêzên Pêşmerge kirin."

Êrîşê vê sibê saet 06:00 dest pê kir û çekdarên DAIŞê ji aliyê rojavayê Mexmûrê û rojhilatê nehya Qeracê ve êrîş Pêşmergeyan kirin lê nikarîn ku li ber Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bigirin.

Roja 16ê vê mehê jî çekdarên DAIŞê li eniyên Naweran, Başîk, Tel Eswed, Xazir û çiyayê Zertik êrîşî çeperên Pêşmergeyan dan û li wan hemû aniyan êrîşên wan vala hatin derxistin û neçar man paşde birevin.