Esed: Tirkiye û Siudiye piştgîriya terorê dikin

Serokê Sûriyê dibêje krîza Sûriyê di kêmtir ji salekê de dê çareser bibe, heger welatên bi hêz piştgîriya terorê nekin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê dibêje krîza Sûriyê di kêmtir ji salekê de dê çareser bibe, heger welatên bi hêz piştgîriya terorê nekin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro di hevdîtinekê ligel kenala duyem ya Hollandî de ragehand ku, heger welatên dewlemend û bi hêz wek Tirkiyê û Erebistana Siudiyê piştgîroya terorê nekin, dê kêmtir ji salekê de krîza Sûriyê çareser bibe.

Esed derbarê çarenivîsa Sûriyê, civînên navdewletî û qonaxa veguhêz de got,  ew hîç bi van biryaran mikur naye û ne ji mafê van welatan e ku çarenivîsa wî û ya Sûriyê destnîşan bikin, ji ber ku ev pirseke Sûrî ye û tenê miletê Sûriyê xwediyê vê biryarê ye.

Derbarê çêrokên girtiyan û îşkenceyên ku di zîndanên rêjîmê de tê kirin, Esed got ku ew hemû girêdayî pereyan ve û got: “Tu dikarê pereyan bi kê de ewê çêrokekê li gor dilê te bibêje.”