Pêkanîna "Artêşa Îslamê" tê nîqaş kirin

Hewldanên bo avakirina artêşa îslamê a bi navê tifaqa li dijî terorê, tê niqaşkirin. Pisporan armanca vê tifaqê nirxandin.

K24 – Enqere

Hewldanên bo avakirina artêşa îslamê a bi navê tifaqa li dijî terorê, tê niqaşkirin. Pisporan armanca vê tifaqê nirxandin. Lê derbarê vê artêşê de fikrên cuda hene. 34 dewlet bi serpereştiya Erebistana Siudiyê, di bin banê îslamê de peymanekê çê dikin.

Di deklarasyona avakirina artêşê de xala, “ Wê ev tifaq têkoşîna li dijî terorê koordine bike û wê piştgiriya xwe ragihîne” gelekî balê dikişîne. Lê belê navê tu rêxistinê di vê deklerasyonê de cih nagire. Pisporan derbarê vê artêşê de nerînên xwe anîn ziman.

Akademisyen û Pisporê Rojhilata Navîn Hayati Unlû di vê derbarê de got: “Em li Tirkiyê wekî tifaqa îslamê behsa vê hevpeymaniyê dikin lê belê bi çavê dewletên Ewropî ev artêşa îslamê ye. Bi taybetî dema em berê xwe didin armanca wê em dikarin bêjin armanc têkoşîna li dijî terorê ye.”

Hemû dewletên li dora vê tifaqê kom bûne, dewletên sûnnî ne ango dewleta şiî Îran di vê tifaqê de cih nagire. Ev yek jî wekî nakokiyeke armanca vê rêxistinê tê nirxandin. Herwiha siyasetmedar jî dibêjin hebûna vê tifaqê bo Tirkiyê cihê metirsiyê ye.

Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken jî li ser mijarê nerînên xwe wiha anîn ziman: “Xuyaye ku Tirkiye ji polîtîkayên mezhebperestiyê venagere. Hevkariya xwe ya bi çeteyên wekî DAIŞê re berdewam dike. Ev hewldanên nû yên Tirkiyeya ku polîtîkayên wê têkçûyî ne.“

Ji ber ku danezana tekez a vê hevpeymaniyê nehatiye aşkere kirin, armanca wê jî nayê zanîn. Gelo armanc têkoşîna li dijî DAIŞê ye. Ango tê armanckirin rola Îranê ya li herêmê were kêm kirin. Ev nayê zanîn. Li aliyê din ev tifaq ji aliyê Emerîkayê ve tê pesendkirin lê belê Rûsya li benda aşkerekirina danezana hevpeymaniyê ye.