Li Rojavayê Kurdistanê 9 welatî hatin girtin

Hat ragehandin ku 9 welatî li ser beşdarbûna merasîma bilindkirina Alaya Kurdistanê ji aliyê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatine girtin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hat ragehandin ku 9 welatî li ser beşdarbûna merasîma bilindkirina Alaya Kurdistanê ji aliyê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatine girtin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Girkê Legê, da zanîn ku ew kesên ji aliyê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatine girtin alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bûne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) jî ragehand ku du serkirdeyên wan bi navên Xelîl Osan û Ebdulrehman Heso ligel du endamên wan ên din ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatine girtin.

Roja 17.12.2015an , bi helkefta Roja Alaya Kurdistanê alîgirên ENKSê li Girkê Legê kom bûn daku alayeke mezin a Kurdistanê bilind bikin, lê belê asayîşa wî bajarokî ku ser bi PYDê ye, rê neda wan.