Li dibistanên Kobanê xwendekar şahiyê dikin
K24 - Kobanê
Navenda Bavê Baqî Xido ya Çand û Hunera Kurdî li bajarê Kobanê bi armanca bilindkirina moralê zarokan û sivikirina bandora şer û aloziyan, şahiyên şano, stran û helbestan li dibistanê bajêr saz dike.
Ev çalakiya heftane roja Pêncşemê li dibistaneke bajêr kêf û şahiyê dixe dilê zarokan. Derbarê mijarê de serpereştyarê çalakiyê Dijwar Zagros ji K24ê re got: "Piştî şerê ku li Kobanî qewimî xemgîniyeke mezin bi xwe re anî, zarokan ew tawanên kuştinê bi çavên xwe dîtin, armanca me jî ew e ku em dibistan bi dibistan bigerin û xemgîniya dilê zarokan bikin şahî."
Ew çalakiya navenda Baqî Xido berî du hefteyan dest pê kiriye. Herwiha di şahiyê de grûpên perwerdekirî şano, stran û helbestan pêşkêş dikin, li gor serperiştyarên çalakiyê wê şahî li hemû dibistanên bajarê Kobannê û gundên derdora wê bên kirin.
Zarokeke beşdarvanê çalakiyê jî wiha axifî: "Li dibistanan me zarok kêfxweş kirin, ji ber divê ew hevalên me yên piçûk pêwîste kêfxweş bibin." Zarokeke din jî diyar kir ku ew pir kêfxweş e ku kariye moralê zarokan bilind bike.
Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunera Kurdî bi armanca bilind kirina moralê zarokan, ji bilî şahiyan gelek çalakiyên din wek perwerdekirina zarokan li ser amûrên muzîkê saz dike.