Sûriyê li hemberî Tirkiyê ferzkirina vîzeyan da destpêkirin

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku ji niha pê de li hemberî welatiyên Tirkiyê wê ferzkirina vîzeyan bê kirin. Biryar ji aliyê Tirkiyê ve jî bi şaşmayî hat pêşwazî kirin

K24 - Enqere

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku ji niha pê de li hemberî welatiyên Tirkiyê wê ferzkirina vîzeyan bê kirin. Biryar ji aliyê Tirkiyê ve jî bi şaşmayî hat pêşwazî kirin

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hat aşkerekirin ku pêngav li hemberî biryara Tirkiyê ya di 9ê Kanûnê de hatiye wergirtin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komara Suriyeyê di çarçoveya rêgeza serdestî û bersivdanê de biryar wergirt ku hatina welatiyên Tirkiyê bo Suriyê ya bê vîze bê astengkirin.”

Ji bilî vê yekê di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji encamên biryarê hikûmeta Tirkiyê berpirs e. Tirkiyê , di sala 2009an de vîzeyên li hemberî Suriyê rakiribûn, lê di 9ê Kanûna 2015an de biryar ji aliyê Tirkiyê ve hat betalkirin.