Wilayetî: Em ji ber meseleya neteweyî çûne Iraq û Sûriyê

Şêwirmendê Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê, êrîşî wan kesan kir ku rexne li destêwerdana Îranê di karûbarê naxwe yê Iraq û Sûriyê de dike û got: "Em ji ber meseleya neteweyî çûne van her du welatan."

K24 – Hewlêr

Şêwirmendê Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê, êrîşî wan kesan kir ku rexne li destêwerdana Îranê di karûbarê naxwe yê Iraq û Sûriyê de dike û got: "Em ji ber meseleya neteweyî çûne van her du welatan."

Elî Keber Wilayetî yê Şêwirmendê Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetulla Elî Xameneyî, ragehand ku eger Amerîka li Iraqê bimaya, ji bo parastina Iraqê serbazgeh û dezgahên leşkerî li nêzîkê sînoran ava dikir.

Li gor Ajansa ISNA ya Îranê, Wilayetî di civînekê de ligel hêzên deryayî yên welatê xwe, ragehand ku ew bi armanca yekxistina welatên Îslamî û "eniya berevaniyê" çûne Iraq û Sûriyê. Navbirî îdîa kirk u Amerîka dixwaze Sûriyê têk bibe ku wek zincîrekê ye bo eniya berevaniyê ya Îranê.

Wilayetî wiha axifî: "Em rê nadin Amerîkayê ku wî karî bike, ji ber Sûriye zincîreya zêrîn a eniya berevaniyê ye, Amerîkî qala parçekirina Iraq û Sûriyê dikin, ew dixwazin Rojhilata Navîn lawaz û parçe parçekirî be."