Kurdên Êzdî cejna "Êzîd" pîroz dikin

Kurdên Êzdî li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê tevî êş û xemgîniya xelkên Şingalê û rewşa wan a xirab, cejna xwe pîroz dikin.
kurdistan24.net

K24 - Tirbespiyê

Kurdên Êzdî li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê tevî êş û xemgîniya xelkên Şingalê û rewşa wan a xirab, cejna xwe pîroz dikin.

Derbarê vê mijarê de, Kurdekî Êzdî ji bajarê Tirbespiyê,  bi navê Bavê Ziyaz  ji K24ê re got: "Cejna me ji mêj de ye, cejneke qedîm e, em jî pîroz dikin û xelkên Şingalê jî pîroz dikin."

Merasîmên cejna Êzîd, bi rojiyê dest pê dike, neh rojan bi rojî dibin, li ser sê hefteyan têne belavkirin, dema wê jî  dikeve nabvera her du mehên çile de, li gor salnameya rojhilat .

Derbarê cejnê de Ziyad Rûstem jî bo K24ê wiha axifî: "Ev cejin cejna Êzîd e, berî wê em neh rojan bi rojî dibin, li ser sê heftiyan belav dibe, sê rojên pêşî jêre tê gotin "sê şemis", sêşem, çarşem , pênşem rojî tê girtin. Û Înê weke cejin tê hesabkirin,  herwiha sê rojiyên "xwedayan" hene, û her sê rojên dawiyê jî  jêre dibêjin rojên "Êzîd."

Ji aliyên xwe ve jinên Êzdî amadekariyên rojên cejnê dikin, ji çêkirina kulîçeyan, nifşên xwarina cor bicor û  êvara cenjê ligel mêr û zarokan, serdana gorîstanan dikin, şirînî û fêkiyan li ser hejar û belengazan belav dikin.

Derbarê amadekariyên cejnê de jineke Êzdî wiha dibêje: "Em kûlîçeyan çêdikin, şirînahiyê amade dikin, zarok sibeha cejnê li malan digerin û  em li ser wan şirîniyê belav dikin, em kêfxweş dibin  dema ku em diçin ba hev û cejnê li hev pîroz dikin, eger du kes ji hev xeyîdîbin divê ew  lihev werin hevdû efû bikin."

Di ola Êzdiyan de, 9 cejin hene, di nav wan de cejna "Çarşemê' û ya"Êzîd " her du cejin taybetmendiyeke wan heye,  ji ber ku hemû Êzdiyên cîhanê bi hev re wê cejnê pîroz dikin, herwiha çend  cejnên  cuda hene, ji wan re dibêjin cejnên "herêmî", ji ber ku her herêmeke ku Êzdî têde  bijîn bi awayekî cuda ji hev pîroz dikin.