Şûraya Îslamî rê neda çêkirina navçeya azad li Urmiyê

Proje-yasaya çêkirina navçeya azad a bazirganî û pîşesazî ya Mêhran ku navçeyên Erwendî, Bane û Merîwan ên Rojavayê Kurdistanê li xwe digire, ji aliyê Civata Şûraya Îslamî ve hat redkirin.

K24 – Tehran

Nûnerên Civata Şûraya Îslamî ya Îranê di rûniştineke vekirî careke din proje-yasaya çêkirina navçeya azad a bazirganî û pîşesazî ya Mêhran red kirin.

Proje-yasaya çêkirina navçeya azad a bazirganî û pîşesazî ya Mêhran ku navçeyên Erwendî, Bane û Merîwan ên Rojavayê Kurdistanê li xwe digire, ji aliyê Civata Şûraya Îslamî ve hat redkirin.

Destpêkê ew proje-yasa ji aliyê herdu nûnerên Tehranê Ehmed Tewekulî û Elî Eszer Rizayî û nûnerê Îsfehan Hesen Kameran ve hatibû redkirin, hincet jî ew bû ku tê pêşbînî kirin ew navçe tenê ji bo şandina kel û pelan were bikaranîn.

Nûnerê Îlam derbarê nerazîbûnan de got: "Çêkirina navçeyeke azad derfeta kar zêde dike û navçeyê pêş dixe. Evna jî di demekê de ye ku bêkarî yek ji pirsgirêkên serekî yên daniştvanên Urmiyê û Sine ye."

Rêveberê Encûmena Bilind a Navçeya Azad a Bazirganî û Pîşesazî ya Mêhran û Nûnerê Komisyona Aborî, razî bû ku navçeya azad li bajarên Bane û Merîwan were çêkirin, lê di dawiya rûniştinê de ji sedî 50ê 230 nûnerên amade yên Civata Şûrayê dengê erê dan.

Evna jî di demekê de ye ku pêdiviya pesendkirina wê proje-yasayê bi piraniya dengan hebû loma ji ber dengên pêwist nehatin bidestxistin, ji bernameyê kar ê Civata Şûraya Îslamî ya Îranê hat derxistin.

Daniştvanên navçeyên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê ji çêkirina navçeyeke azad a bazirganiyê gelekî bi hêvî bûn, ji mer hejmareke zêde ya xelkê wan deveran hejar in û rojane li ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dibin armanca fîşekên pasdarên Îranê, ku ji xwe re bazirganiya ser sînor dikin.