"Berî dawiya vê mehê Rûmadî tê kontrol kirin"
K24-Bexda
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê ragehand ku berî serê salê, dê bajarê Rûmadiyê kontrol bikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ûbeydî, di hevdîtinekê de li el fermandeyên leşkerî, got: "Li gor plana me di dawiya vê mehê de, em ê bajarê Rûmadî kontrol bikin, herwiha di şerê dijî DAIŞê de li wî bajarî em dê hawl bidin ku bi kêmtirîn cangorî ji wî şerî derkevin û ziyanê negihînin welatiyên sivîl."
Ûbeydî da zanîn ku pilana rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê amade ye û wiha axifî: "Me hêzên artêşa xwe ji bo wê pilanê amade kirine, heta niha pirçekirina hêzên Iraqê gehiştiye 600 milyon dolar." Ûbeydî amaje bi rola Pêşmergeyên Kurdistanê û Heşda Şebî ya di şerê dijî DAIŞê de jî kir.
Berî niha Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIşê Woren Steve ragihandibû ku derdora bajarê Rûmadî hatiye rizgarkirin û Hêzên Iraqê dest bi kontrolkirina bajêr kirine.