Wezîrê Bergirî yê Kanadayê gehişte Hewlêrê

Dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê bicive

K24- Hewlêr

Wezîrê Bergirî yê Kanadayê Harjit Sajjan gehişte Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê jî bicive.

Her yek ji Wezîrê Pêşmerge bi wekalet, Kerîm Şingalî û hejmarek ij berpirsên Herêma Kurdistanê di pêşwaziya Harjit Sajjan de bûn.

Li gor zanyariyên K24, dê Harjit Sajjan ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bicive.

Harjit Sajjan roja 4ê Mijdara sala 2014an week Wezîrê Bergirî li Kanadayê dest bi kar kiriye.