Îslamiyên radîkal agirbesta ligel YPGê binpê kirin

Çekdarên Ehrar el-Şam careke din agirbesta ku li taxên Kurdan ên Helebê hatibû îmzekirin, binpê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Çekdarên Ehrar el-Şam careke din agirbesta ku li taxên Kurdan ên Helebê hatibû îmzekirin, binpê kirin.

Duh Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Odeya Fetih Heleb derbarê şerê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li ser agirbestê rêkeftibûn.

Peyamnêrê K24ê ragihand ku, îro çekdarên Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam ve bi çekên giran êrîşî wê taxê kirin. Di encamê de çend welatiyê sivîl û 2 endamên Asayişa Şêx Meqsûd birîndar bûn.

Ehrar el-Şam di daxuyaniyekê de ragihandiye ku, “Ew ti carî li van rêkeftinan mikur nayên, tenê heger hemû mercên wan bêne cibicîkirin.”

Her li gor rêkeftina ku duh hatibû îmzekirinku, hemû dergehên wê taxê bi deverên din kontrola rêjîmê re bêne girtin û damezrandina komîteke hevbeş ji her du aliyan bo çavdêriyê. 

Herwiha rêbenda taxa Şêx Meqsûd ya bi navê “Rêbenda Sikê” tê naskirin, bi awayekî hevbeş were birêvebirin. Herwiha avakirina komîteyek ji her du aliyan bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de.

Xala serekî ya wê rêkeftinê jî vekirina riya di navbera taxa Şêx Meqsûd û Efrînê de bû.