Îslama Demokratîk rexne li nîjadperestî û qedexeyên li ser ziman digire

Duyemîn Lijneya Giştî ya Kongreya Îslam a Demokratîk li Stenbolê pêk hat. Ji her aliyên Kurdistanê û ji welatên Rojhilata Navîn û ji Ewropayê gelek rihspî, rewşenbîr û siyasetmedar ji bo çareserkirina pirsên Kurd û neteweyên din li hev civiyan. Di dawiya civînê de ku seranserê 3 rojan dewam kir ji bo mafên miletên bindest encamnameyek hate parvekirin.

K24 – Stanbol

Di encamnameyê de rexne li polîtikayên nîjadperestî û qedexeyên li ser ziman hatin kirin. Ji bo Kurdan mafên perwerde û statû hatin xwestin. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd û arîşeyên din Peymana Medîneyê hate pêşniyazkirin.

Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî got: Divê demildest pêşiya şer bê girtin, mirov neyên kuştin û di nav civaka Kurdan de koçberî çênebe.

Geverî got: “Kongreya Îslam a Demokratîk ji bo civaka Kurd dixwaze ku statuyek ji dewletê bistîne. Dewlet bikare vê derfetê ji Kurdan re çêbike da ku Kurd bi zimanê xwe perwerdehiya xwe pêk bînin û bi nasnameya xwe bi çanda xwe îdareya welatê xwe bikin.”

Her wiha di encamnameyê de amaje bi tundiya li ser jinan jî hate kirin û da zanîn ku ji aliyê rêvebirên zordest û dîktator ve mafên jinan tên binpêkirin. Kongreya Îslama Demokratîk bi banga rêberê PKK Abdullah Ocalan sala çûyî cara yekem li bajarê Diyarbekirê hatibû sazkirin.