Artêşa Iraqê 72 saet mohlet da welatiyên Rumadî

Artêşa Iraqê bi beyannameyek daxwaz ji niştecihên Rumadî kir ku di hundirê 72 saetan de bajêr vala bikin.

K24 – Bexda

Artêşa Iraqê bi beyannameyek daxwaz ji niştecihên Rumadî kir ku di hundirê 72 saetan de bajêr vala bikin.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragehand ku firokeyên şer ên Iraqê bi hezaran belavok bi ser bajarê Rumadî de belav kirine û di wan de daxwaz hatiye kirin ku xelk bajêr vala bikin.

Li gor beyannameyê ku doh hatiye belavkirin, artêşa Iraqê 72 saet dane niştecihên Rumadî daku bajêr vala bikin. Rumadê ji meha Gulana 2015an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye dagîrkirin.

Di çend mehên borî de herçiqas artêşa Iraqê xwest bajarê Rûmadî kontrol bike lê nikarî. Piştî rizgarkirina Şingalê di 13ê meha 11 ya 2015an de ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve, niha jî artêşa Iraqê dixwaze Rumadî kontrol bike.

Rojane artêşa Iraqê serkeftina hêzên wê di şerê dijî DAIŞê de belav dike, lê belê heta niha jî navenda bajarê Rumadiyê di jêr kontrola DAIŞê de ye. Suneyên Iraqê jî nîgeran in û ditirsin ku hêzên ewlekariyê, bi taybetî milîşiyayên Şîe tola mezhebî ji welatiyên Sune yên wan bajaran bistînin.

Li gor pisporên ewlekariyê, paşketina proseya rizgarkirina Rumadî, pirsa rizgarkirina Mûsilê jî paş xistiye. Ji ber demeke behsa rizgarkirina Mûsilê tê kirin lê heta niha ti pêngav di ware pratîkî de nehatine avêtin.