Êrîşên Rûsyayê li Sûriyê berdewam in

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku di encama êrîşên Rûsya û Rejîma Sûriyê de, li parêzgeha Idlibê 36 kes ji hêza El-Fetih hatine kuştin.

K24 - Navendên Nûçeyan

Firokeyên Rûsyayê ligel ên rejîma Sûriyê, çend navçeyên parêzgeha Idlibê bombebaran kirin, rêxistina Human Rights Watch (HRW) jî, bikaranîna bombeyên mîsket, di wan êrîşan de şermezar kir.

Firokeyên Rûsyayê ligel ên rejîma Sûriyê, bi berdewamî navçeyên parêzgeha Idlibê, ku dikeve bakurê rojavayê wî welatî,  bombebaran dikin û bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar bûne.

Derbarê vê mijarê de, rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raporekê de, bikaranîna bombeyên mîsket ji aliyê firokeyên Rûsya û rejîma Sûriyê ve li navçeya opozîsyona wî welatî şermezar kir.

Yek ji çalakvanên sivîl, bi navê Yasir Hemo ji Reutersê re eşkere kir ku bi dehan termên kuştiyan di bin avahiyên hilweşiyayî de mane û tekez kir ku niha tîmên parastina sivîlan wan terman ji bin xaniyên wêrankirî derdixin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand  ku di encama êrîşên Rûsya û Rejîma Sûriyê de, li parêzgeha Idlibê 36 kes ji hêza El-Fetih hatine kuştin.

Parêzgeha Idlibê, wek navenda grûpên Hêza El-Fetih tê hesabkirin k user bi opozîsyona Sûriyê ye û ji havîna borî ve ew parêzgeh bi temamî kontrol kiriye.