Rewşa bajarokê Til Temirê piştî teqînên vê dawiyê

Emel Îsa jineke ji bajarê Til Temirê ye, wek gelek malbatên din, di teqînên wî bajarî de wan jî qurbanî dane, bi dilekî xemgîn kul û derdên xwe tîne ziman.
kurdistan24.net

K24 - Til Temir

Emel Îsa jineke ji bajarê Til Temirê ye, wek gelek malbatên din, di teqînên wî bajarî de wan jî qurbanî dane, bi dilekî xemgîn kul û derdên xwe tîne ziman.

Derbarê qurbaniyên malbata xwe de ji K24ê re got: "Du şehîd û du birîndarên me  hebûn, jina kurmamê zilamê min, xwîşka wê û du keçên wan birîndar bûn".

Di 28ê Sibata borî DAIŞê êrîş bire ser gundên derdora Til Temerê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî hawl dan ku DAIŞ derbasî navenda bajêr nebe, lê hawlên wê biser neketin. Lê di Hezîranê de bajarê Til Temir û gundên wê bi tevahî ji aliyê "YPG" ve hatin rizgar kirin.

Welatiya bi navê Emel Îsa derbarê êrîşa DAIŞê ya ser bajarokê wan de ji K24ê re wiha axifî: "Zêdeyî 3 mehan şer berdewam kir, lê ziyanên wê êrîşa DAIŞê ne bi qasî ziyanên van teqînên dawî bûn, em tenê mehekê li bajêr man, tiştek ji bajêr nehatibû, bajar nehat wêrankirin,  lê van teqînan ne xanî hiştin, ne jî zarok, hemû hatin kuştin. Zirarên êrîşa DAIŞê bo ser bajarê Til Temirê ne biqasî nîvê zerarên teqînan bûn. Ev kesên şehîdbûne  hemû welatiyên sivîl bûn ,bê guneh bûn, ma çikiribûn, çi li vê deverê heye ku teqînan lê dikin."

Kesên ku xaniyên wan di encama teqînan de hetine rûxandin bê cih û war mane, herwiha yên ji bajêr jî koçberber bûne ji nû ve xaniyên xwe ava dikin.