Li Dûbiz 9 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Asayîşa Kerkûkê ragehand ku di operasyonekê de li gundekî Dûbiz, çend "terorîstên" ser bi DAIŞê hatine girtin, ku li sînorê navçeyê çendîn kiryarên terorîstî kirine.

K24 – Kerkûk

Asayîşa Kerkûkê ragehand ku di operasyonekê de li gundekî bajarokê Dûbiz, çend "terorîstên" ser bi DAIŞê hatine girtin, ku li sînorê navçeyê çendîn kiryarên terorîstî kirine.

Di vê derbarê de Rêveberê Ragihandina Asayîşa Kerkûkê Komîser Ferhad Heme Elî agahî dan Kurdistan24ê û got: "Hêzên Asayîşa Kerkûkê karîn di operasyonekê de li gundê Qereçemî yê Dûbiz çend terorîstan bigirin."

Komîser Ferhad wiha axifî: "Ew grub ji 9 çekdaran pêk tê bi navên Ş.M.E, T.M. E, E.E.S, M.T.M, M.Z.H, A.M.E, M.M.E, A.S.A û A.A.H ku destê wan di çendîn kiryarên terorîstî de heye, di maleke çekdarekî de hatin girtin û herwiha hêzên me dest danîne ser cebilxaneyeke wan jî."

Komîser Ferhad amaje bi wê yekê jî da ku ew hemû çekdar li tawanên xwe mikûr hatine û ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir lêkolîna ligel wan berdewam e.