Civîna Barzanî û Sajjan bidawî bû
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Harjit Sajjan li Selahedîn civîyan û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê gotûbêj kirin.
Di civînê de Sajjan piştîvaniya xwe bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê pêşan da û ragihand ku welatê wî dê di piştîvanîkirina eniya dijî terorê de berdewam be.
Kanada yek ji wan welatan e ku di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de cîh digire.