Li Bakurê Kurdistanê her diçe rewş aloztir dibe

Qewmeqamiya Nisêbînê piştî qedexeya li 4 taxan îro ji saet 10ê û pê de li 11 taxên din jî qedexeya derketina kuçeyan bo xelkê sivîl ragihand.
kurdistan24.net

K24 - Diyarbekir

Qewmeqamiya Nisêbînê piştî qedexeya li 4 taxan îro ji saet 10ê û pê de li 11 taxên din jî qedexeya derketina kuçeyan bo xelkê sivîl ragihand. Li navçeyên Cizîr, Silopî, Kerboran û Sûrê jî pevçûn û qedexe berdewam e.

Qedexeya derketina derve û pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekirê di roja 19emîn de didome. Îro jî ji taxan dengên teqînên bombe û topan hatin. Navçe bi tankan hatiye dorpêçkirin.  

Qedexeya li navçeyên Cizîr û Silopiya Şernexê jî di roja 8emîn de didome. Heta niha li Silopiyê 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dane. Ji tirimbêlên zirxpoş bi anonsan bo xelkê hate gotin ku derketine ber pencereyan jî hatiye qedexekirin.  Li Cizîrê jî duh Teybet Înan a ku dayika 11 zarokan û Yusuf Înan yê ku bavê 6 zarokan e bi guleyên çekan hatin kuştin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî qedexe di roja 10emîn de didome. Li navçeyê ev 6 roj in ku av û ceyran nîne.  Fermandarên Artêşa Tirk radigihînin ku di operasyona de heta niha 80 xwepêşander hatin kuştin, lê aliyên nêzîkî xwepêşanderan vê hejmarê red dikın.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, di civînê de Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê Sajjan behsa ciwaniya xwezaya Kurdistanê kiriye û di deftera bîranînê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî bîreweriyek nivîsiye.

Ji hêla din ve îro li Diyarbekir, Êlih, Şernex û Wanê dê li dijî operasyon û qedexeyan çalakiyên nerazîbûnê bêne kirin.