Nerina kolanên Enqereyê derbarê şer û pevçûnan de

Demeke dirêj e li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e. Di encam de bi sedan kesan canê xwe ji dest dane û tevlîhevî jî her diçe zêdetir dibe.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Demeke dirêj e li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e. Di encam de bi sedan kesan canê xwe ji dest dane û tevlîhevî jî her diçe zêdetir dibe. Welatiyên Tirkiyê li ser vê rewşê nerînên xwe tînin ziman.

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyeyê deng veda.  Pevçûnên li bajarên kurdan yek ji girîngtirîn mijar e ku li kolanan tê nirxandin. Gelo welatî çi dibêjin?

Welatıyeki mêr nerînên xwe wiha tine ziman: “Heta ku dawî li terorê were divê pevçûn berdewam bin. Ez ji geşedanan kêfxweş im. Dewlet baş dike.” Yekî din jî dibêje: “Rezalet e. pêşî PKK û paşê jî hikûmet berpirs e.”

Welatiyekî din jî gazinan ji wê yekê dike ka gelo çima xwîna mirovan hewqasî erzan e: “Ka ji min re bêjin li vê dewletê petrol erzan e yan xwîna însanan? Zarokên feqîr û jar dikin qurbaniyên listikên qirêj.”

Jinek jî dixwaze di zûtirîn dem de dawî li şer were: “Ez dixwazim di zutirîn dem de dawî li bûyeran were. Êdî bes e. Em naxwazin tu kes bimre, divê em vegerin aramiyê."

Yekî din jî bale dikşîne ser maf û zimanê Kurdan: “Mafê zimanê dayîkê nadin Kurdan ji ber wê jî pirsgirêk xilas nabin, ma qet dibe zimanê neteweteyekê bê astengkirin? Êdî bila dest ji tiştên wiha berdin.”

Herçiqas nêrînên cuda li kolanan bên bihîstin jî rastiyeke hevpar heye; digel xurtbûna pevçûnan di nav welatiyan de metirsî zêde bûye û diyar e ku di rayagiştî de nîqaşên li ser vê mijarê dê berdewam bin.