Di pevçûnên Bakur de krîza mirovahî jî mezin dibe

Di pevçûnan de krîza mirovahî jî mezin dibe, bi hezaran kes koçber bûne. Elektrîk kut dibe, av diçike, xwarin û vexwarin kêm dibe.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Navçeya Silopî û Cizîrê ji 14ê vê mehê ve pevçûn û qedexe berdewam in. Aliyên fermî dibêjin, di operasyonan de heta niha 110 PKKyî hatine kuştin. Lê ev yek ji aliyê PKKê ve nehat piştrastkirin. Di pevçûnan de krîza mirovahî jî mezin dibe, bi hezaran kes koçber bûne. Elektrîk kut dibe, av diçike, xwarin û vexwarin kêm dibe. Heta niha herî kêm 30 xanî bûne armanca guleyên tankan.

Pevçûnên li Bakurê Kurdistanê li pey xwe krîza mirovahî jî anîn. Bi hezaran malbatan malên xwe bihic hiştine û li gûnd û bajarên derdorê li cem mirovên xwe bi cih bûne. Lê yên ku xaniyên xwe bicih nehiştine li ber dengên teqîn û çekan di nava tirsa mirinê de dijîn.

Her ku diçe krîza li navçeyên ku şer lê hene mezin dibe. Ji ber qedexeya derketina kuçe û kolanan û pevçûnên dijwar pêdiviyên jiyanî yên wek av, xwarin û vexwarinê kêm dibin. Li gorî çavkaniyên sivîl deriyê dermanxaneyan û firinan jî girtine. Komeleya Dermanfiroşên Cizîrê ji dewletê xwest ku deriyên dermanxaneyan vekin, lê destûr nestandin.

Cenaze li erdê dimînin, ji tirsa gulebarankirina sêregvanên ku li ser xaniyên bilind hatine bicihkirin ti kes nikarin derkevin. Ji hêla din ve li Silopiyê, kalê ku krîza dil derbas kir di hewşa mala xwe de hat veşartin. Hêviya xelkê ku li navçeyên navborî dijîn ew e operasyon rawestin, leşker û polîs bi tank û tirimbêlên zirxpoş ji nava kolanan vekişin û xendek û berbest jî bêne girtin û di nava bajêr de şer neyê kirin.