Di serdana Îranê de firokeyên Rûsî dê parastina Esed bikin

Berî niha di 20ê Cotmeha borî de, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed serdana Rûsyayê kiribû, ku yekemîn car bû serdaneke fermî bike, piştî 5 salan ji kirîza Sûriyê.

K24 - Navenda-Nûçeyan

Çar firokeyên Rûsî dê parastina Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bikin dema di sala nû de serdana Îranê bike.

Ajansa Îranê ya fermî "Fars" ragehand ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê hatine agehdar kirin, ku ew nêzîkî firokeya Serokê rejîma Sûriyê nebin, herwiha dê êrîşî her firokeyekê bikin ku guman li ser hebe.

Ajansê da zanîn ku çar firokeyên Rûsyayê dê parastina firokeya Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bikin. Rojnameya "Addiyar" a Libnanî jî tekez kir ku serdana Esed bo Îranê, dê bi rêya esmanê Iraqê be û ew serdan di çarçoveya serkeftina  artêşa Sûriyê li dijî girûpên terorîst de ye.

Berî niha di 20ê Cotmeha borî de, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed serdana Rûsyayê kiribû, ku yekemîn car bû serdaneke fermî bike, piştî 5 salan ji kirîza Sûriyê.