Nerazîbûna li dijî şer û operasyonan zêde dibe

Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê welatî li hemberî operasyon û şer û pevçûnan nerazîbûnê nîşan didin û çalakiyan dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê welatî li hemberî operasyon û şer û pevçûnan nerazîbûnê nîşan didin û çalakiyan dikin.

Lê hêzên ewlekariyê li tu derî destûr nedan çalakiyan û destêwerdana xwenîşandaran dikin. Di encam de gelek kes birîndar bûne û hatin binçavkirin.

Nerazîbûna operasyonên li dijî operasyon û kolandina xendekan li Bakurê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe. Duh li bajarê Wanê nêzikê hezar welatî bi pêşengiya HDPê xwestin ku meşekê saz bikin. Lê polîsan destûr neda û bi gaza rondikrêj û avê destêwerdana xwenişandaran kirin.

Hinek xwenîşandar jî bi bombeyên deng û keviran bersiva polîsan dan. Di encam de 3 kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.

Li bajarê Mêrdînê navçeya Qoserê jî nerazîbûn hebû. Li Qoserê sedan welatî li dijî operasyonan meşiyan lê rastî destêwerdana hêzên ewlekariyê hatin. Xwenîşandar li taxên Berçem û Koçê belav bûn û di navbera wan û polîsan de pevçûn derket. Li bajarê Semsûre jî polîsan rê nedan xwenîşandaran û bi gaza rondikrêj destêwerdan kirin.

Nerazîbûn ne tenê li Bakurê Kurdistanê li Tirkiyê jî berdewam bû. Li bajarê Stenbolê gelek alîgirên HDPê ji bo şermezarkirina operasyonan li ber Liseya Galatasarayê civiyan. Lê polîsan bi hinceta destûr nehatiye wergirtin midaxele kirin.

Di encam de 8 kes hatin binçavkirin. Piştî ku xwenîşandar belav bûn komeka nîjadperest endamekî HDPê yê bi navê Îbrahîm Karabulut dan ber kêran. Hat ragihandin ku rewşa Karabulut xirab e.

Li bajarê Antalyayê jî di navbera polîs û xwenîşandaran de şer hebû. Polîs bi awayeke tûnd û gaza rondikrêj destêwerdana xwenîşandaran kir.

Ev 5 roj in li navçeya Cizîr û Silopiyê derketina derva xedexe ye û operasyona hêzên ewlekariyê bi berfirehî berdewam e. Rewş li navçeyên Sur, Kerboran û Nisêbînê jî bi heman awayî ye. Di pevçûnan de ne tenê aliyên şer gelek sivîl û zarok jî cane xwe ji dest didin. Herî dawî li Cizîr û Nisêbînê 2 jin hatin kuştin.