Naveroka civîna Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku “nabe karta terorê wek lîstik were bikaranîn.”

K24- Hewlêr

Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê rola Barzanê di serkirdayetîkirina rewşê, şerê li dijî terorê û peydakirina aramiyê de bilind nirxand.

Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Kanadayê, Harjit Sajjan di dema pêşwazîkirina wî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî de got ku, ew htiye Hewlêrê ji bo ku pêşhatên dawî yên rewşê ji Barzanî bibhîse û dema vegera xwe bo Kanadayê, ew dê pirsa zêdekirina alîkariyên bo Herêma Kurdistanê û derbideran ligel hikûmeta welatê xwe gotûbêj bike.

Herwiha Sajjan kêfxweşiya xwe bi serkeftinên Pêşmerge anî ziman.

Di beramber de Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî tekez kir ku, barê giran di şerê li dijî DAIŞê de ketiye ser milê gelê Kurdistanê de, lê gel xweragir bû û Pêşmergeyan jî efsaneya DAIŞê têşkiandin.

Barzanî diyar kir jî ku, pêwîstiya jinavbirina terorê bi hewldanên hemû aliyan heye û tekez kir jî ku “nabe ti welatek terorê wek kareteke lîstikê bikar bîne.”

Herwiha her du aliyan pirsa geşkirina pêwndiyên Herêma Kurdistanê û Kanadayê jî gotûbêj kirin.

Di civînê de her yek ji Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistan, Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet, Kerîm Şingalî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, Felah Mistefa û endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa û Şêrwan Ebdulrehman û Cebar Yawer jî amade bûn.