Karayilan behsa “cudabûnê” dike

Endamê Konseya Rêveber a PKK diyar dike ku, mafê gelê Bakurê Kurdistanê heman mafê Kurdên Başûrê Kurdistanê ye, madem Erdgoan sîstema li Başûr qebûl dike, nabe ku heman sîstemê li Bakur red bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî PKK radighîne ku, eger dewleta Tirkiyê xweseriya demokratîk red bike, ew dê “li ser cudabûnê hizir bikin.”

Endamê KOnseya Rêveber a PKK, Murad Karayilan ji ANF re got ku, xweseriya demokratîk "Ne parçebûn e, formulasyona pêkve jiyanê ye. Ne yekîtiya mecbûrî, bi perspektîfa neteweya demokratîk re afirandina yekîtiya ji dil e. Ji xwe sîstema demokratîk ji bo tevahiya Tirkiyeyê tê xwestin. Eger ev bê redkirin, hingî wê ev yek were wê wateyê ku yekîtî bi temamî hatiye redkirin.”

Derbarê aloziya li Bakurê Kurdistanê de, Karayilan wiha got: “Berxwedana îro ya li Cizîr û Sûrê, sekneke şoreşger-demokratîk a li hemberî zexta yekparêzî ya AKP'ê ye. Ne tenê berxwedana gelê Kurd e, berxwedana hemû derdorên zerarê ji sîstemê dibîne ye. Berxwedana gelê me yê Elewî ye, berxwedana karker, kedkar û çandan e.

Karayilan amaje kir jî ku, Tirkiyê bi hênceta PKK şer derxistina holê û wiha pêde çû: “Dixwazin derdorên cuda yên li Tirkiyeyê bi vî rengî bixapînin. Manîpulasyoneke cidî heye. Ya heyî; berxwedan û helwesta gel e ku bi vîna xwe nîşan dide. Dewleta Tirk êrîşî vê dike. Gelê Kurd xwedî sebra Hz. Eyup nîne. Derfetên gelê Kurd hene ku berê xwe bidin alternatîfên cuda.”

Derbarê xweseriya demokratîk jî, wî serkirdeyê PKKê diyar kir ku, eger Tirkiyê xweseriya demokratîk qebûl neke, ew wek PKK dê hizira cudabûnê bike û wiha domand: “Baş e Erdogan, rêveberiya AKP'ê federasyona li Başûrê Kurdistanê nas dike? Nas dike. Bi qasî ku em dizanin li dijî serxwebûnê jî derneket. Divê ji bîr neke, çi mafê gelê Kurd ê 6 mîlyonên li wir hebe, 20 mîlyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê jî xwedî heman mafî ne. Lewma êdî nikarin ji rastiya gelê me birevin.”