Parlamentoya Erebî, piştgiriya mafên gelê Kurd dike

Serokê Parlementoya Erebî tekez dike ku, divê hemû cîhan piştgiriya gelê Kurdistanê bike.

K24- Hewlêr

Serokê Parlementoya Erebî ragihand ku, ew piştgiriya mafên rewa yên gelê Kurd dikin û got: “Divê cîhan piştgiriya gelê Kurdistanê bik.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Parlementoya Erebî, Ehmed Kurê Mihemed Elcerwan û şandeya ligel kir.

Li gor malpera Fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Elcerwan pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û serasxî jî li malbatên şehîdan kir.

Herwiha Elcerwan got ku “ew piştgiriya mafên rewa yên gelê Kurd dikin” û ragihandiye jî ku “divê cîhan piştgiriya gelê Kurdistanê bike.”

Di beramber de, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî balkişande ser rewşa derbiderên li Herêma Kurdistanê û diyar kir ku, çareseriya vê pirsê azadkirina hemû navşeyan e ji bo ku derbider vegerin warê xwe.

Barzanî spasiya dewleta Îmarat Erebî û rêxistinên wê kir ku, di demên teng de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine.

Parlementoya Erebî di sala 2001ê de hatiye avakirin, piştî pesendkirina biryara avakirina wê di Komkara Erebî de.