Mamoste daxwazin şer û operasyon rawestin

Sendîkaya Perwerdê ragihand ku bi qedexekirina derketina derve herî zêde zarok zerarê dibînin û daxwaz kir ku dawî li bûyerên tund were.

K24 - Enqere

Qedexekirina derketina derve li bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam e. Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim-Sen) bi çalakiyekê ragihand ku ji qedexekirina derketina derve herî zêde zarok zerarê dibînin û daxwaz kir ku di kurttirîn dem de dawî li bûyerên tund were.

Mamosteyên endamên Sendîkaya Perwerdeyê, li pêşiya Wezareta Perwerdê dijî operasyonên li bajarên Kurdan û qedexekirin derketina derve nerazîbûna xwe nîşan dan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Perwerdê ya vekişandina mamosteyan hate şermezar kirin û wiha hat gotin; “Li Cizîrê û gundên wê 1298 û li Silopî jî 1873 mamoste li ser peyama Rêveberiya Perwerdê dest ji perwerdeyê berdane. Di demên wiha de ku pêdiviya mamoste û xwendekaran bi hev heye, dibistan hatine valakirin. Erkê mamosteyan ne ew e ku piştgiriyê bidin polîtîkayên şer ên hikûmetê, erkê wan daxwaza rawestandina şer û pevçûnan e.”

Mamosteyan banga rawestina operasyonan kirin û gotin; “Di serî de li Cizîr û Silopî li hemû bajarên ku şer û pevçûn lê hene, rewş gelekî nebaş e. Ji ber wê yekê sala 2015 û 2016an ji aliyê perwerdê ve jî saleke wenda ye. Li cihê ku şer lê heye, xwendekar nikarin biçin dibistanê û li malên xwe bi dengê teqîn û pevçûnan derûniya wan têk diçe. Divê yekser ev tundî bi dawî bibe û mamoste vegerin dibistanan.”

Hemû Endamên Sendîkaya Perwerdê sibê, Roja Sêşemê (22.12.2015) dê biçin Mêrdînê û ji wê derê derbasî Cizîr û Silopiyê bibin û banga rawestandina şer bikin.