Doza Apê Musa bo 14ê Adara 2016an hat taloqkirin

Parêzeran daxwaza xwe ya bo girtina Mîralayê wê demê Savaş Gevrekçî dûbare kirin lê belê daxwaza parêzeran nehat qebûlkirin.

K24 – Enqere

Doza kuştina Musa Anter ango Apê Musa li Dadgeha 6emîn a Cezayê Giran ya Enqerê birêve çû. Parêzeran daxwaza xwe ya bo girtina Mîralayê wê demê Savaş Gevrekçî dûbare kirin lê belê daxwaza parêzeran nehat qebûlkirin.

Rûniştina dozê saet di 10:00an de destpê kir. Gelek parêzeran û lawê Musa Anter, Dîcle Anter doz şopand. Parêzeran daxwaz kir ku Mehmet Eymûr, Kutlu Savaş, Orhan Taşanlar û Orhan Mîroglu wek şahid werin guhdarkirin û Savaş Gevrekçî jî were girtin.

Dadgehê biryar da ku Mehmet Eymûr, Kutlu Savaş û Orhan Taşanlar werin guhdarkirin lê belê daxwaza bo girtina Savaş Gevrekçî qebûl nekir. Doz bo 14 Adara 2016an hate taloqkirin.

Apê Musa di 20 Îlona 1992an de ligel Parlamenter Orhan Mîroglu li taxa Seyrantepe ya Diyarbekirê ketibû ber êrîşeke çekdarî. Anter di encama êrîşê de canê xwe û Mîroglu jî birîn bûbû.

Endamê JİTEMê Abdûlkadîr Aygan li xwe mikûr hatibû û gotibû, tîmeke JİTEMê ku ew jî di nav de ev êrîş pêk aniye. Herwiha Abdulkadîr Aygan, Mahmut Yildirim, Savaş Gevrekçî û Hamît Yildirim wek tawanbar tên darizandin. Lê belê ji wan tenê Hamît Yildirim di girtîgehê de ye.

Malbata Musa Anter û Parêzerên wî dewletê bi wê yekê tawanbar dikin ku kujeran diparêze û naxwaza doz bigehe encameke rast.