Herêma Kurdistanê çend biryarên “biwêr” dide

Mesrefa her sê serokatiyan ji sedî 50 hat kêmkirin û ya parlementeran ji sedî 100 hat birîn.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend biryarên “biwêr-wêrek” derbarê proseya çaksaziyê standin, mesrefa her 3 serokatiyan kêmkir û ya parlementeran bi temamî birî.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya.

Piştî bidawîhatina civînê, malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên ku di civînê de hatin standin belav kirin ku ew jî bi kurtî ev in:

Xerçkirina tenê ji sedî 50 ji mesrefa serokê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî, serokwezîr û cîgirê wî, wezîr û kesên bi wê pileyê û tevaya şêwirmendan.

Ragirtina mesrefa postên serokê parlementoyê, cîgirê wî, sekreterê parlementoyê û hemû parlementeran bi rêjeya ji sedî 100.

Avakirina komîteyek taybet bo şopandina pêşîneya li hemû wezareta û dezgehên Herêma Kurdistanê.

Avakirina komîteyekê ji bo mebesta şopandina projeya çaksaziyê di heykeliyeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên hikûmî.

Ev yekemîn civîna hikûmetê bû, piştî dûrxistina wezîrên Tevgera Goranê ji ser karên wan di Cotmeha borî de.