"Bêyî Kurdan krîza Sûriyê çareser nabe"

"Du sal in biryar di destê Esed de nema ne ku gotûbêjan li ser bike, lewma serdana wî tenê propagandeyeke siyasî ye."

K24 - Stenbol

Endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Hewas Egîd ragihand ku çareserkirina kirîza Sûriyê bêyî Kurdan nabe û got: "Aliyên navdewletî jî vê rastiyê dizanin."

Derbarê krîza Sûriyê de Endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de, Hewas Egîd ji K24ê re axifî û got: "Mafên Kurdan mafên rewa ne, ji ber vê yekê jî çareserkirina kirîza Sûriyê nabe, eger Kurd ne beşek ji wê çareseriyê bin.

Egîd da zanîn, ku aliyên navdewletî jî vê rastiyê dizanin û nikarin ti çareseriyên siyasî li Sûriyê cîbicîh bikin, eger Kurd ne di nav wê çareseriyê de bin.

Derbarê serdana Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bo Îranê de jî Hewas Egîd got: "Du sal in biryar di destê Esed de nema ne ku gotûbêjan li ser bike, lewma serdana wî tenê propagandeyeke siyasî ye."